Mesrûr Barzanî û fermandarekî hevpeymanan yekrêziya hêzên Kurdî yên Rojava guftûgo kirin
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Fermandariya Giştî ya Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê civiya û guftûgo derbarê mîkanîzma çawaniya yekrêziya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî pêşwazî li ligel Fermandarê Giştî ya Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson kir.
Di civînê de, pêşhatên siyasî û leşkerî yên navçê bi giştî û qonaxên şerê li dijî teroristan hatin guftûgokirin.
Di wê derbarê de General Patrick Robinson behsa dawî qonaxa şerê li rojhilatê Sûriyê û hewlên derkirina teroristan kir û her du aliyan dawî pêşhatên dîplomasî yên Amerîkî yên taybet bi şerê Sûriyê bi girîng binav kir. Herwiha guftûgo derbarê mîkanîzma çawaniya yekrêziya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
Di beşeke din a civînê de, nîgeraniya xwe di derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê di destpêka vê hefteyê de li ser Koyê derbirîn, ku nakeve xizmeta aramiyê navçê.
S. B