Bi gotareke Serok Barzanî PDK bengeşeya hilbijartinê dest pê dike
Îro Sêşemê 11.09.2018an Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi gotareke Serok Barzanî bangeşeya hilbijartinê bo lîsta 183 a partiya xwe dest pê dike û berbijarên xwe ku 100 berbijar e bi dengderên Kurdistanê dinasîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Sêşemê 11.09.2018an Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi gotareke Serok Barzanî bangeşeya hilbijartinê bo lîsta 183 a partiya xwe dest pê dike û berbijarên xwe ku 100 berbijar e bi dengderên Kurdistanê dinasîne.
Rêwresma PDKê li bajarê Hewlêrê birêve diçe, destpêkirina kampîneya bangeşeya PDKê hevdem e bi salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê re ye ku berî 57 salan û di sala 1961an bi rêbertiya Mistefa Barzanî li dijî rêjîma wê demê ya Iraqê dest pê kir.
PDK bi qewareyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê dibe, ku biryar e roja 30î vê mehê birêve biçe.
Ji PDKê, 27 qeware û lîsteyên din beşdarî hilbijartinan dibin, ji bo bidestxistina 100 kursî û 11 kursiyên kota yên pêkhateyên olî û netewî yên din rikberiyê dikin.
PDK bi diruşma “Avakirina Kurdistaneke bihêz” bernameya hilbijartinê dariştiye û sozê dide dengderan ku piştî serkeftina di hilbijartinan de, kar ji bo cibicîkirina wê bernameyê bike.
PDK di bernameya xwe ya di warê siyasî de dibîne, “Serkeftina lîsta xwe dibe sedema bihêzkirina deng û seng û giraniya Kurd li Bexdayê û di hevkêşeya herêmî û navdewletî de û xebata berdewam bo nasandina hemû aliyan bi mafê rewa yê çarenivîsî yê gelê Kurdistanê dike.
S. B