YNK û Hevpeymanî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Hevpeymanî ji bo Demokratî û Dadperweriyê, piştî civîna wan li mala Kosret Resûl, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Hevpeymanî ji bo Demokratî û Dadperweriyê, piştî civîna wan li mala Kosret Resûl, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye: Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser çarekirina kirîzên Kurdistan û kêşeyên welatiyan kirin. Ev jî di çarçoveya rêketineke siyasî berfireh de, ji bo rêxistina navmalî Kurdistanî bi hevbeşî li gel hêzû aliyên siyasî.

Têksta daxuyaniyê:

Sibeha Îro 14ê Êlûna 2018an li bajarê Silêmaniyê û li mala (Kosret Resûl Elî) cîgirê sikirtêrê giştî yê YNK û bi amadebûna (Dr. Berhem Salih) Serokê Hevpeymanî civîneke bilind di navbera (Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistan û Hevpeymanî ji bo Demokratî û Dadperweriyê) de, hat lidarxistin.

Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser çarekirina kirîzên Kurdistan û kêşeyên welatiyan kirin. Ev jî di çarçoveya rêketineke siyasî berfireh de, ji bo rêxistina navmalî Kurdistanî bi hevbeşî li gel hêzû aliyên siyasî.

Biryar hat dayin civîn berdewam bin.

Hevpeymanî ji bo Demokratî û Dadperweriyê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

N.O