KCK: Divê sîstema perwerdehiya Tirkî bê redkirin
Komîteya Perwerdehiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya destpêkirina perwerdehiya sala nû ya xwendinê daxwaz ji welatiyan dike ku perwerdeya bi zimanê Tirkî red bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîteya Perwerdehiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya destpêkirina perwerdehiya sala nû ya xwendinê daxwaz ji welatiyan dike ku perwerdeya bi zimanê Tirkî red bikin.
Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi boneya destpêkirina sala nû ya xwendinê peyamek belav kir û got: “Sîstema perwerdê ya dewleta Tirk a xwe dispêre înkar, îmhayê hemû mafên çandî-netewî yên gelê Kurd û netewên din napejirîne û yekrengtiyê li ser wan dide ferzkirin. Li hemberî vê jî pêwîste di serî de zarok, ciwan, mamoste gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk li hemberî vê feraseta nijadperest û faşîzane bisekine û protesto bike.”
Di peyama KCKê de hat jî, “Mafê perwerdeya zimanê dayîkê weke şîrê dayîkê helal e û pêwîste zarok, ciwan, mamoste û gelê Kurd ê welatparêz li her deverê daxwaza mafê perwerdeya zimanê dayîkê bike.”
S. B