Dilşad Şehab bingehên serekî yên pêkanîna Hikûmetê eşkere dike

Dilşad Şehab: Divê piştî hilbijartinan em li gel hev gotûbêjan bikin û Ti carî PDK dev ji postê Serokatiya Iraqê bernade.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, ku ewê bizavan bikin di Hikûmeta bê ya Kurdistanê de, bêtirî cîgirekî ji Serokwezîr re hebe. 

Dilşad Şehab di dema beşdariyê di (Jûra Nûçeyan) a Kurdistan24ê de got: Emê li ser bingeheke bihêz li gel aliyan danûstendinan bikin, ji bo pêkanîna Hikûmetê û got: Divê desthilatên cîgirê Serokwezîr bên diyarkirin.

Şehab tekez kir, PDK dilgiran bûye ku destkeftên Hikumdariyê wek yên kesîtî bên hejmartin û hemû xet bên derbaskirin.

Navhatî zelal kir, ku divê piştî hilbijartinan em li gel hev gotûbêjan bikin û got jî: Ti carî PDK dev ji postê Serokatiya Iraqê bernade.

N.O