Îlham Ehmed: Tevlêkirina HSDê nav artêşê bû sedema aramiyê lê di rola jinan de paşveçûn heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Sûriyeyê û Hevseroka berê ya Pêwendiyên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di roja yekem a xebatên “Dîdara MERI” de li Hewlêrê, qonaxa nû ya siyasî û ewlehiyê ya Sûriyeyê, pirsa mafên kurdan û rewşa beşdariya jinan nirxand.
Îlham Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya tevlêbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên din di nav Artêşa Sûriyeyê de û ev gav wekî "şoreşekê" pênase kir ku hîn jî di qonaxa temambûnê de ye. Ehmed da zanîn, tevahiya Sûriyeyê di qonaxa avedankirinê de ye û ev pêvajo bi rêjeyeke mezin serkeftî bûye, ji ber ku bûye alîkar bo çespandina aramiyê, vekirina rêyên navbera bajaran, vekirina deriyên sînorî û vegera xelkê bo warên wan.
Derbarê doza jinan û beşdariya wan a di qadên siyasî û giştî de, Ehmed danberheva serdema Rêveberiya Xweser û rewşa niha kir û got: “Ezmûna Rêveberiya Xweser hîn jî di bîra xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyan de ye. Ew ezmûn nimûneyeke pir erênî bû ji bo beşdariya jinan di qadên siyasî, aborî û giştî de. Lê belê piştî tevlêkirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewletê de, paşveçûnek di rola jinan de tê dîtin. Ev yek wekî astengeke mezin li pêşiya beşdariya jinan a li navendên biryardanê tê dîtin.”
Îlham Ehmed destkeftiyên gelê Kurd ên di vê qonaxa nû de jî bilind nirxandin û behsa mersûma serokatiya Sûriyeyê kir. Aşkere kir jî. ji bo cara yekem di dîroka Sûriyeyê de bi awayekî fermî hebûna gelê Kurd, ziman û çanda wî wekî parçeyekî sereke û resen ê civaka Sûriyeyê hatiye naskirin.
Tevî vê yekê, Ehmed rexne li şêwazê bicihanîna biryarnameyê girt û got:
“Mersûm bi xwe destkeftiyeke mezin e; lê ji aliyê bicihanînê ve kêmasî tê de hene. Bi taybetî di warê mafê hînbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî de, çarçoveyeke temam nîne û pêwîstiya wê bi mekanîzmayeke zelal heye, da ku di pratîkê de pêk were.”
Li ser aloziyên ku rû didin, Ehmed hikûmeta Sûriyeyê berpirsiyar dît ku mekanîzmayên zelal ji bo biryaran deyne û şefafiyet û aramiya aborî misoger bike. Herwiha hişyarî da li ser wan girjiyên ewlehiyê yên ku carinan serî hildidin û anî ziman ku sedema wan bîrdoziya şovenîst û nijadperest a li nav civakê û hin koman e. Ehmed tekez kir, sedemeke din jî destwerdanên derve yên herêmî ne, ku derî li pêşiya hevtêgihîştina navxweyî ya Sûriyeyê digirin.
Ehmed destnîşan kir ku tevî destkeftiyên giring ên proseya yekbûnê, pêvajo hîn di ezmûnê de ye û ji bo aramiya mayinde, pêwîstî bi şopandin û hewldaneke berdewam heye.