Rêbwar Talebanî: Bi sedema hukmê serbazî xelk venagerin Kerkûkê
Rêbwar Talebanî: Xelkên Kerkûkê, li ser bilindkirina ala Kurdistanê û dengdan ji referendumê re, tên desteserkirin û bi tundî tên eşkencedan.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragihand, ku bi sedema hukmê serbazî li Kerkûkê, xelk venagerin, ji ber ku li Kerkûkê xelk li ser ala Kurdistan û dengdanê ji referandumê re, bi tunditrîn awayî tên eşkencekirin.
Rêbwar Talebanî ji Kurdistan24ê re got: Heya niha welatiyên Kurd ji akinciyên Kerkûkê, nekarîne li Kerkûkê vegerin, ji ber ku heya niha li nav Kerkûkê leşker hikum dikin û ti gerentiyek ji bo vegera xelkê tine ye. Ev yek jî li dijî destûra Iraqê ye, ji ber ku li gorî destûra Iraqê, divê doseya emnî radestî desthilata sivîl bê kirin.
Got jî: Xelkên Kerkûkê, li ser bilindkirina ala Kurdistanê û dengdan ji referendumê re, tên desteserkirin û bi tundî tên eşkencedan.
N.O