Hoşyar Zêbarî: Berbijêrên PDKê yên bo Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Avedankirinê yekalî bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Kargêriyê ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, berbijêrên wan ji bo postên Cîgirê Serokwezîr û Wezareta Avedankirin û Niştecîhkirinê ya Iraqê hatine diyarkirin.

Hoşyar Zêbarî di hevpeyvînekê de li gel kanaleke televîzyonê ya Iraqî diyar kir, berbijêrê PDKê yê ji bo posta Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Bengîn Rêkanî ye, herwiha ji bo posta Wezîrê Avedankirin û Niştecîhkirinê jî Rêbaz Hemlan hatiye destnîşankirin.

Derbarê temamkirina pêkhateya kabîneya nû ya hikûmetê de, Zêbarî da zanîn ku divê heta sibeha sêşemê kabîne bê temamkirin, lê belê got: “Zehmmet e ev yek sibe pêk were; ji ber vê yekê egereke mezin heye ku bikeve hefteya bê. Çunkî hinek pirsgirêkên navxweyî hene ku heta niha nehatine çareserkirin. Hinek nav li cem Serokwezîr û tîma wî zelal bûne, lê eger roja sêşemê neyên pêşkêşkirin, dê ji bo hefteya bê yan ya piştî wê bê paşxistin.»

Derbarê kesayetiya Elî Zeydî de jî Zêbarî anî ziman ku ew kesekî rastgo ye, nêrînên wî di gelek waran de ligel PDKê hevaheng in û hewl dide girîngî û pêgeha birêz a Iraqê vegere.

Zêbarî tekez kir, peywendiyên PDKê ligel hemû aliyên siyasî yên Iraqê di asteke pir baş de ne û got ku pêwendiyên wan bi taybetî li gel Tevgera Hîkme û Hevpeymaniya Dewleta Yasa têkiliyên dîrokî ne. Herwiha da zanîn ku bi rêya gotûbêjên rasterast, têkiliyên wan ligel Mihemed Helbûsî jî niha di asteke gelekî baş de ne.

Li ser rêkeftina navbera aliyan jî berpirsê PDKê aşkere kir: “Aliyên Sunne û Şîe piştrast kirine ku her berbijêrekî PDK hilbijêre, ew ê piştgiriya biryara PDKê bikin; em jî bi heman şêweyî dê piştgiriyê bidin berbijêrên wan.”