Tonela Zaxoyê hat vekirin

Îro Sêşemê 25ê Îlonê projeya stratejîk a tonela Zaxoyê hat vekirin û birê 143 milyon Dolar li wê projeyê têçû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Sêşemê 25ê Îlonê projeya stratejîk a tonela Zaxoyê hat vekirin û birê 143 milyon Dolar li wê projeyê têçû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Zaxo gotarek pêşkêş kir û got: “Tonela Zaxoyê projeyeke stratejîk û xizmetguzariyê ye û ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê girîng e û bi Tirkiyê ve girê dide.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu telefona min kir û got min hez dikir ez li merasîma vekirina tonelê amade bibûme.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: “Tirkiye her dem hevkar û piştevanê Herêma Kurdistanê bû.”

Her Îro jî bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kevirê bingehîn ê riya Roviya-Gopal li parêzgeha Duhokê hat danîn.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê riya Roviya-Gopal de got: “Ji niha pê ve Avedankirin li Herêma Kurdistanê dest pê dike û xizmeta tevahiya navçe û gundan dikin.”

 

S. B