Li Hewlêrê otostrada 150 metrî ya stiratîjî tê vekirin
Xalid Xoşnaw: Ev piroje xelekeke din e, ji şorerşa avakirinê re û berdewamiya şoreşa parastin û avakirina welatê me ye.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Di merasîma danîna kevirê bingehîn de ji pirojeya otostrada 150 metrî ya Hewlêr re, xwediyê girûpa kompaniyên Hêmin Girûp Xalid Xoşnaw got: Ev piroje xelekeke din e, ji şorerşa avakirinê re û berdewamiya şoreşa parastin û avakirina welatê me ye.
Herwiha daxwaz kir, ku kompaniyên kerta taybet û yên Hikûmî hevkariya hev bikin ji bo ew yek bibe handerek ji bo bêtir Kurdistan were avakirin.
Piştre parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî gotarek pêşkêş kir û got: Ev piroje beşekî din e, ji bicîkirina masterpilana Hewlêrê û berî niha me otostrada 120 metrî bicî kir û niha jî otostrada 150 metrî, wê bibe sedema bihevgirêdana bajar û bajarokên derdora Hewlêrê.
Herwiha wezîra şaredariyan û geştuguzariyê Newroz Mewlûd ragihand, ku piroje bi 5 qunaxan wê bicî bibe, îro qunaxa yekem ji riya serekî ya Hewlêr – Behirkê heya riya serekî ya Hewlêr – Koya, bi dirêjiya 14 kîlometran destpê dike û 131 milyon dolar jêre hatiye terxankirin.
Piştre jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de got: Ev piroje ji bo çûnûhatina nav paytextê û tevgera di nav bajarên din û welatên cîran de gellekî giring e û asankariyê ji bo tevgera bazirganî û şûnûhatina welatiyan dike.
Herwiha got: Bêtirî 131 milyon Dolar ji piroje re hatiye terxankirin û girûpa kompaniyên Hêmin Girûp vî pirojeyî bi deyn bicî dike û çendîn pirojeyên din ji (Underpass) û (Overpass)an encam dide.
Nêçîrvan Barzanî destxweşî li kompaniya Hêmin Girûp û endazyar û xwediyê wê kir, li ser wan karên ciwan ên ku encam didin.
Herwiha got: Ev piroje û çendîn pirojeyên din beşek bûn ji pilana Hikûmetê, heger ew kêşe û kirîz rastî Herêma Kurdistanê nehatibana, niha wê beşekî mezin ji wan pirojeyan hatibana bicîkirin.
Diyar kir, ku çavên dijminan bi avakirin û geşbûna Kurdistanê bar nedibû, lewra wan xwest bi arastekirina DAIŞê ber bi Herêma Kurdistanê ve û birrîna budceyê û hatina ew hemû meşextan ji bo Herêma Kurdistanê, piroseya avakirinê rawestînin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tehemûla hemû kêşe û kirîzan kir, niha jî rojên dijwar derbas dibin û bidawî tên û Hikûmeta Herêmê kar û pirojeyên avakirina Kurdistanê berdewam dike.
Nêçîrvan Barzanî got jî: Ji bilî hemû kêşe û kirîzan, bi dirêjiya 15 salên derbasbûyî, me karî ji hemû riwekî ve sîmaya welat xweşiktir û baştir bikin û Hikûmetê bi sedan pirojeyên cor bi cor, ji bo tevahiya navçeyan bicî kir û firîngeh û rê û mol û petûkxane û pirojeyên cor bi cor li tevahiya navçeyan bicî kir.
Herwiha got: Ev tiştê me besh kir, ne minetekirin e li ser xelkê Kurdistanê û em dixwazin bêjin, her dema karîna me hebe, emê bêtir xizmeta xelkê Kurdistanê bikin.
N.O