Komisyona Hilbijartinan zanyariyan li ser piroseya dengdanê belav dike
Komisyona Hilbijartinan: 3 milyon û 85 hezar û 461 kes li Herêma Kurdistanê, mafê wan ê dengdanê heye, di nav wan de 170 hezar dengderên taybet hene.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Komisyona Bilind a Hilbijartin û Raprisiyê li Herêma Kurdistanê, zanyarî derbarê piroseya dengdanê di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de eşkere kir û ragihand, ku sibe piroseya dengdana taybet li Herêma Kurdistanê destpê dike.
Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Raprisiyê li Herêma Kurdistanê Hendirên Mihemed, di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku 3 milyon û 85 hezar û 461 kes li Herêma Kurdistanê, mafê wan ê dengdanê heye, di nav wan de 170 hezar dengderên taybet hene.
Hendirên Mihemed zelal kir, ku li Parêzgeha Dihokê 711 hezar û 218 dengder û li Hewlêrê milyonek û 109 hezar û 72 dengder û li Silêmaniyê milyonek û 196 hezar û 980 dengder û li Helebçe 68 hezar û 191 dengder hene.
Mihemed diyar kir, ku sibe piroseya hilbijartinên taybet ji demjimêr 8ê sibeha destpê dike û heya demjimêr 6ê êvarî berdewam dibe.
Navhatî got jî: 22 rêxistin ji bo çavdêrîkirina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, navê xwe li cem Komisyonê tomar kirine.
N.O