Bi amadebûna Serok Barzanî kernevala bangeşeya Lîsta PDK li Dihokê tê lidarxistin
Biryar e di wê kernevalê de, Serok Barzanî gotarekê pêşkêş bike û piştre, wê hejmarek ji hunermendên herçar parçên Kurdistanê berhemên xwe pêşkêş bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê kernevaleke cemawerî mezin, li bajarê Dihokê ji bo bangeşeya Lîsta xwe lidar dixe.
Biryar e îro li bajarê Dihokê , PDK wê kernevala cemawerî ji bo nasandina berbijarên xwe saz bike, ew jî wek dawîn roja bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê.
Herwiha biryar e di wê ahengê de, Serok Barzanî gotarekê pêşkêş bike û piştre, wê hejmarek ji hunermendên herçar parçên Kurdistanê berhemên xwe pêşkêş bikin.
Bi hezaran ji welatiyên Dihokê xwe ji bo beşdarîkirinê di wê ahengê de amade kirine.
N.O