"Postê Serokatiya Iraqê ji PDK re yekalî dibe"

Fadil Mîranî: Nîşan hene didin xuyakirin ku postê Serokatiya Iraqê, wê di berjewendiya PDK de yekalî bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Sikirtêrê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fadil Mîranî eşkere kir, ku nîşan hene didin xuyakirin ku postê Serokatiya Iraqê, wê di berjewendiya PDK de yekalî bibe.

Fadil Mîranî diyar kir, ku şanda PDK bi serokatiya Kerîm Şingalî hatiye erkdarkirin ku li gel aliyên Iraqî derbarê postê Serokatiya Iraqê gotûbêjan bike.

Ev yek di demekê de ye, ku hejmarek ji berbijarên Kurd ji postê Serokatiya Iraqê re hene, di nav wan de jî, Fûad Hisên ji aliyê PDK ve hatiye berbijarkirin û di çend rojên derbasbûyî de, li gel hejmarek ji serkirde û aliyên Iraqî li Bexdayê civiya. Li gorî zanyariyan şansê Fûad Hisên ji yên hemû berbijarên din bêtire, ku Serokatiya Iraqê bike.

N.O