Selîm Cibûrî: Em piştevaniya Fûad Hisên ji bo Serokatiya Iraqê dikin

Îro bi serokatiya Fûad Hisên, şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê serdana serokê berê yê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî kir.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Îro bi serokatiya Fûad Hisên, şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê  serdana serokê berê yê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê ragihand, ku tewera sereke ya civîna şanda PDK li gel Selîm Cibûrî, gotûbêjkirina pirsa Serokatiya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû bû.

Piştî civînê, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re, Selîm Cibûrî ragihand, ku Fûad Hisên hêjayî postê Serokatiya Iraqê ye û got: Em bihêvî ne hejmara berbijaran kêm bibe, heya ku kesatiya Dr. Fûad Hisên bê hilbijartin, ji ber ku kesatiya wî tê pejirandin û qebûlkirin û Xwedê bê erê, ew ji postê Serokatiya Iraqê re were hilbijartin.

N.O