Polîsê Hewlêrê: Em amade ne hêzê ji bo parastinê bişînin Koya
Rêvebirê Giştî yê Polîsê Hewlêrê: Li hin bingehên dengdanê li Koya, parastina bingehan ji destê polis hatiye derxistin û hin hêzên din çûne nav bingehan.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Rêvebirê Giştî yê Polîsê Hewlêrê Ebdilxaliq Telet ragihand, ku piroseya dengdana taybet li Hewlêrê bi başî birêve diçe, tenê li Koya binpêkirin çêbûne, ji ber wê yekê ew amade ne hêzê bişînin wê deverê, daku rê li ber binpêkirinan bigirin.
Ebdilxaliq Telet ji Kurdistan24ê re got: Bi giştî piroseya dengdana taybet li sînorê Hewlêrê bi başî birêve diçe, lê mixabin tenê li Koya rewş xirab bû, pêwîst e berpirên îdarî û hizbî li Koya hişyarî wê rewşê bin, ji Komisyona Bilind a Hilbijartinan pêwendî bin re kir û got: Heger rewş wiha berdewam be, em neçar in piroseyê rawestînin û Hêla Sor li sindoqan bidin.
Herwiha Telet got: Li Koya gellek binpêkirin çêbûne, hêz bi çekan girtine ser bingehên dengdanê, herwiha rê li ber hin kenalan hat girtin û nehiştin rûmala piroseyê bikin, pêştir Komisyonê biryar dabû, her rojnamevanek nasnameya wî hebe, kare rûmalê bike. Hêvîdar im tiştê îro li Koya hat kirin di roja dengdana giştî de dubare nebe.
Rêvebirê Giştî yê Polîsê Hewlêrê got jî: Li hin bingehên dengdanê li Koya, parastina bingehan ji destê polis hatiye derxistin û hin hêzên din çûne nav bingehan.
Navhatî tekez kir: Heger pêwîstiya hêzên emnî li Koya bi hêzê hebe, em amade ne hêzê ji wan re bişînin û rê li ber binpêkirinan bigirin.
N.O