Grûpên çekdar Efrînê “dikin” erdê bav û bapîrên xwe

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ên li Efrînê ji bilî girtin û revandina welatiyan, vê carê dibêjin ku xaka Efrînê milkê bav û bapîrên wan e û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dikin, ew vegerandine ser xaka wan ya resen.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ên li Efrînê ji bilî girtin û revandina welatiyan, vê carê dibêjin ku xaka Efrînê milkê bav û bapîrên wan e û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dikin, ew vegerandine ser xaka wan ya resen.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan radighîne, çekdarên ser bi firqeya Sultan Murad li Efrînê destê xwe danîne ser berhemên zeytûnan a du cotyarên ji gundê Meydankê û birine navenda xwe.

Herwiha rewangehê daye zanîn, heger cotyarên Efrînê bacan nedin gûrpên çekdar, darên wan yên zeytûnan  têne şewtandin.

Li aliyekî din Rewangehê girtevîdyoyek belav kiriye ku tê de çekdarên ji Parêzgeha Dêrazorê derdikevin û dibêjin ku xaka Efrînê ya bav û bapîrên wan e û spasiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dikin dikin ku ew gihandine vî bajarê xweş.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ji 18ê Adara bûrî ve Efrîn dagîr kirin, ji bilî binpêkirinên curbicur ji girtin, revandin, eşkencedan Kurdên Efrîn û ji bilî dizî û talankirina mal û milkên xelkê, dest datînin ser mal û zeviyên Efrîniyan û li şûna wan Erebên ji navçeyên din ên Sûriyê koçber bûne bicih dikin.

Rêjeya Kurdan li Efrînê berî destpêkirina krîza Sûriyê di sala 2011an de zêdetir ji sedî 95 bû, lê piştî dagîrkirina wê hejmarek mezin ji Kurdan bi neçarî derbider û koçber bûne û Ereb li şûna wan tên bicihkirin.

Tevî ku partiyên siyasî yên Kurdî, rêxistinên mirovî û yasayî hişyariya wê yekê didin ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve guhartina demografî li Efrînê dikin û nasnameya Kurdî ya Efrînê diguhêrin, lê civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî bi awayekî cidî li ser vê yekê ranawestin û çareser nakin.

Niha ku werzê çinîna zeytûnan li Efrînê nêzîk bûye, grûpên çekdar dest datînin ser darên Efriyan û berhemên wan ji xwe re dibin. Di vê derbarê Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê bêhtirî ji carekê belav kiriye, grûpên çekdar ji bilî destdanîna ser bi hezaran daran zeytûnê, li gelek gundan jî bac li ser darên zeytûnê sepandine, ku divê li hember her dareke zeytûnê xwediyê wê 2 hezar Lîreyên Sûrî bide.

Ev yek di demekê de ye, berî demekê Desteya Erkanê ya Artêşa Niştimanî di daxuyaniyekê de hemû yekîne û grûpên çekdar ên li Efrînê hişyar kir, ku çinîn û guvaştina zeytûnan ji erkê encûmenên xwecihî yên Efrînê ne û daxwaz ji yekîne û grûpan kir, hemû zeviyên zeytûnan yên giştî û yên taybet radestî encûmenên xwecihî yên Efrînê bikin.

 

 

S. B