Tirkiye dixwaze tundrewan ji Idlibê derbasî Rojavayê Kurdistanê bike
Jêderên haydar: Derbarê rêketina Idlibê, nakokî di nav Tirkiye û Rûsya de derketine û Tirkiye dixwaze tundrewên niha li parêzgeha ne, derbasî navçeyên Rojavayê Kurdistanê bike, lê Rûsya red dike.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hin jêderên haydar ragihandin, ku derbarê rêketina Idlibê, nakokî di nav Tirkiye û Rûsya de derketine.
Li gorî wan jêderan, Tirkiye û Rûsya li ser çar xalan ji xalên rêketina Idlibê nakok in. Bi gotina wan jêderan, Rûsya xwestiye berfirehiya Navçeya Bêçek 20 Km be û Tirkiyê dixwaze tenê 15 Km be.
Li aliyekî din, Rûsya dixwaze herdu riyên Heleb-Laziqiyê û Heleb-Hema di bin destê rêjîmê de bin, lê Tirkiye dixwaze ew herdu rê di bin serperiştiya Enqerê û Mosko di bin.
Derbarê xala sêyem, jêderan diyar kirin, ku Tirkiye dixwaze tundrewên niha li parêzgeha ne, derbasî navçeyên Rojavayê Kurdistanê bike, lê Rûsya dixwaze şerê wan bike.
Li ser wê yekê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku ew qebûl nakin terorîstên li Idlibê ji bo cihekî din bên veguhestin û divê ew çekdar bên jinavbirin.
Ji bo xala çaran jî, heman jêderan dan xuyakirin, ku Rûsya dixwaze rêketina wê û Tirkiyê li ser Idlibê demkî be, lê Tirkiye dixwaze dema wê berdewam be.
N.O