Nêzîkî 30 rêxistinên navnetewî çavdêriya hilbijartinên Herêma Kurdistanê dikin
Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê û 30 rêxistinên din ên navdewletî, rasterê çavdêriya piroseya hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê dikin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Peyvdarê binavê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê û 30 rêxistinên din ên navdewletî, rasterê çavdêriya piroseya hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê dikin.
Şêrwan Zirar daxwaz ji hemû aliyan kir, ku bi awayekî serdemyane beşdariyê di hilbijartinan de bikin. Herwiha daxwaz ji karmendên Komisyonê kir, ku hevkariya çavdêr û tîmên raghandinê bikin.
Biryar e sibe, demjimêr 8ê sibehê, piroseya hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê destpê bike.
Berî demeke kin jî, encamên dawî yên dengdana taybet derketin û têde Lîsta 183yan a PDK di pileya yekem de hat û 67655 deng, bi rêjeya (%46.77) ji tevahiya bidest xist, piştre lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, di pileya diwem de hat û 44487 deng, bi rêjeya (%30.76) ji tevahiya dengan bidest xist.
N.O