Binekeyên dengdanê deriyên xwe vekirin
Binkeyên dengdanê li pêş nêzîkî 3 milyon dengderên Herêma Kurdistanê deriyên xwe vekirin û dikarin ta demjimêr 18:00 beşdarî proseya hilbijartina xula pêncem a parlemantoya Kurdistanê bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Yekşemê 30î Îlona 2018an demjimêr 08:00ê binkeyên dengdanê li pêş nêzîkî 3 milyon dengderên Herêma Kurdistanê deriyên xwe vekirin û dikarin ta demjimêr 18:00 beşdarî proseya hilbijartina xula pêncem a parlemantoya Kurdistanê bibin.
Li gor rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ji 2 milyon û 914 hezar û 992 kesan re mafê dengên heye.
Bo birêvebirina proseya dengdanê, komisyona hilbijartinê yek hezar û 260 binkeyên dengdanê li seranserî Herêma Kurdistanê vekirine.
Herwiha 42 hezar û 170 karmend serperiştiya birêveçûna hilbijartinan dikin. Herwiha 773 (532 peya, 241 jin) berbijar ji lîsteyên cuda li ser kursiyên parlemantoyê rikberiyê dikin.
46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî ji dê çavdêriya proseya dengdanê bikin.
Parlemantoya Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk tê, ji nava wan 11 kursî bi vî awayî ji pêkhateyan re hatine terxankirin: 5 ji bo Xiristiyanan, 5 ji Tirkmenan.
S. B