Mesrûr Barzanî: Serkeftina hilbijartinê serkeftina hemû aliyan e
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Pîrmamê beşdarî proseya dengdana hilbijartina parlemantoya Kurdistanê bû û hêviya serkeftina proseya hilbijartinê xwast.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Pîrmamê beşdarî proseya dengdana hilbijartina parlemantoya Kurdistanê bû û hêviya serkeftina proseya hilbijartinê xwast.
Mesrûr piştî dengdanê ji rojnamevanan re ragihand, “Hêvîdar im ev prose bi pakî birêve biçe, xelk bikare deng bide kesên ku baweriya pê heye. Hêvîdar im hilbijartin serkeftî be, serkeftina hilbijartinê serkeftina hemû aliyan e.”
Herwiha got: “Bêgûman aliyek dê ji aliyekî din zêdetir deng bidest bixe, ya girîng e ew e prose serkeftî be û hemû alî serkeftina hilbijartinê bi serkeftina xwe bize. Hêvîdar im PDK serkeftineke mezin bidest bîne.”