Reuters: PDKê bihêza yekem a Kurdistan û Iraqê dimîne
Ajansa “Reuters” pêşbînî dike, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê wek hêza yekalîker bimîne û rola wê ya sereke hebe di pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hebe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa “Reuters” pêşbînî dike, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê wek hêza yekalîker bimîne û rola wê ya sereke hebe di pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hebe.
Ajansa “Reuters” di raporstekê de nivîsiye: “Ji ber lawazbûna partiyên opozîsyonê, eger heye Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di desthilatdariya xwe de berdewam bin.”
Herwiha nivîsiye jî, ji ber dabeşbûna YNKê, reng e PDK pêgeha xwe ya sereke di siyaseta Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de hebe.
Îro Yekşemê 30î Îlona 2018an demjimêr 08:00ê, binkeyên dengdanê li pêş nêzîkî 3 milyon dengderên Herêma Kurdistanê deriyên xwe vekirin, bo hilbijartina xula pêncem a parlemantoya Kurdistanê.
Di vê hilbijartinê de 720 berbijar di riya 29 lîste û qewareyên siyasî re beşdar in û li ser 111 kursiyên parlemantoyê rikberiyê dikin.
Di proseyê de hejmarek medya û ajansên medyayî yên Kurdistanê û cîhanê ve romala wê dikin. Herwiha çavdêrên navxweyî û navdewletî û konsolxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê jî çavdêriya proseya dengdanê dikin.
Li gor rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ji 2 milyon û 914 hezar û 992 kesan re mafê dengên heye.
Bo birêvebirina proseya dengdanê, komisyona hilbijartinê yek hezar û 260 binkeyên dengdanê li seranserî Herêma Kurdistanê vekirine.
S. B