Trump û Erdogan kuştina Xaşiqcî gotûbêj dikin
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Parîsê hevdîtin kir û li ser kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî axivîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Parîsê hevdîtin kir û li ser kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî axivîn.
Bi boneya sedsaliya Cenga Cîhanê ya Yekem, zêdetir ji 70 serok û serkirdeyên welatên cîhanê îro li Parîsê kom bûn. berpirsekî Koşka Spî ya Amerîka ji ajansa “Reuters“ re ragihand, Trump û Erdogan li mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî axivîn.
Bi boneya sedsaliyan bidawîbûna Cenga Cîhanê ya Yekem xwarin ji serokên welatan re hatibû amadekirin, wî berpirsî diyar kir, hevdîtina Trump û Erdogan dema xwarinê de hat kirin.
Rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî ku li Konsolxaneya Siûdiyê li Stenbolê ji aliyê tîmeke Siûdiyê ve hatibû kuştin, Siûdiye pirsa kuştina wî piştrast kir, lê ta niha termê wî nediyar e.
Serokê Amerîka roja 7ê vê mehê gotibû, ew ligel Kongress, Tirkiye û Siûdiyê kar dike, ji bo destnîşankirina berpirsê kuştina Cemal Xaşiqcî.
S. B