Baroya Diyarbekirê: Kujerên Elçî bi zanebûn nayên diyarkirin

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, di 3'yemîn salvegere kuştina xwe de li cihê ku hatibû kuştin, ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat bibîranîn.

 

K24 – Diyarbekir

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, di 3'yemîn salvegere kuştina xwe de li cihê ku hatibû kuştin, ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat bibîranîn. Di merasîma bibîranînê de Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin got; rayadarên dewletê ji bo ronîkirina bûyera Elçî sozên ku dane, bi cih nehanîn. Aydin amaje kir ku; heta kujerên Elçî derxînin pêş dadgehê, ew ê têkoşîna hiqûqî bidomînin.

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, di 3'yemîn salvegera kuştina xwe de bi merasîmekê hat bibîranîn. Malbata Elçî, parlementerên HDP û CHP'ê, serokên Baroyên bakûr û Baroyên Tirkiye yên wekî Enqere û Îzmîrê û nûnerên saziyên civaka sivîl, dost û hevalên Elçî, li ber Dadgeha Diyarbekirê li hev civiyan û bi wêne û dirûşman heta ber Minareya Çarling meşiyan.

Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin li  cihê ku Tahîr Elçî lê hat kuştin ango li ber Minareya Çarling, bertek nîşanî ronînekirina bûyerê da û got; delîlên bûyerê hatin tunekirin, raporên fermî yên di derbarê bûyerê de ji me tên veşartin lê heta ku em kujeran derxînin ber dadgehê, em ê lêpirsîna xwe bidomînin. Li cihê merasîmê strana hunermendê Kurd Ehmed Kaya ya ku tê de dibêje; "Di nav Diyarbekirê de ez guleberan kirim, lê li ku derê be jî ez dengê vê guleyê nas dikim" hat guhdarîkirin.

Muharem Erbey jî parêzer û hevalê Tahîr Elçî ye û li ser Elçî pirtûkek nivîsandiye ku tê de qala têkoşîna ku Elçî ji bo maf û azadiyan daye dike. Erbey got; Tahîr Elçî ji bo parastina mafên Kurdan di dadgehên navxweyî û navdewletî de parêzeriya gelek dozan kiriye.

Parêzer Muharem Erbey ji K24ê re wiha axivî: "Ji bo mafên Kurdan; ên ku hatine kuştin, ên ku kujer nediyar mane, ên ku wenda bûne gelek xebat kir. Rewşenbîreke bêhempa bû. Mafnasekî bêhempa bû."

Di salên 1990'î de li Bakûrê Kurdistanê gelek kuştinên kujer nediyar çêbûn. Tahîr Elçî parêzeriya van dozan û dozên mezin ên wekî Roboskî, Cizîr û Liceyê jî dikir. Elçî di heman demê de parêzvanekî mafên mirovan jî bû. Berpirsê Înîsiyatîfa Heq Reha Ruhavîoglû jî di derbarê Elçî de got; barê ku li ser milên Tahîr Elçî bû, niha li ser milên me ye.

Parêzvanê Mafê Mirovan Reha Ruhavîoglu dibêje: "Tahîr Elçî parêzvanekî mafê mirovan ê herî qedirbilind bû. Em hemû di dib siya wî de bûn. Dema ku ew hat kuştin em bêsî man."

Li gorî daxuyaniyên parêzerên malbata Elçî; serdozgerî û dewlet kujeran dizane lê dadgeh nake. Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê jî dixwazin ku îradeya siyasî, sozên ku ji bo ronîkirina bûyerê dane bi cih bînin. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Mûsa Farîsogûllari jî got; heger dewlet kujer dernexîne, gumanbar e.

Mûsa Farîsogûllari got: "3 Sal derbas bûn hîn jî tu feîl xuya nakin. Dewlet dizane ku kujer kiye, dibe ku rasterast ne biryara dewletê be lê dewlet van hemûyan nas dike."

Parêzerên malbata Elçî amaje dikin ku kuştina Tahîr Elçî peyamek ji bo mafnasên Kurd bû jî lê tevî her tiştî ew dest ji parastina dozên heqiyê bernadin. Dogan Îlhan jî parêzerekî ji Wanê ye û dibêje; bi kuştina Elçî re parêzeran gelek tişt wenda kirine.

Parêzer Dogan Îlhan got: "Parêzeriya Tahîr Elçî ji parêzeriya me hemûyan cûda bû. Piştî Tahîr Elçî mixabin denge herkesê hat qutkirin. Dengê parêzeran jî mixabin wekî beriya Tahîr Elçî na derkeve."

Doza Tahîr Elçî jî wekî ya bi hezaran kes hîn nehatiye ronîkirin. Ji bo ronîkirina dozê, pêşniyazên lêpirsînê ku ji aliyê parlementeran ve ji bo parlementoya Enqereyê hatine pêşniyazkirin, bê encam mane. Ji aliyê din ve di nav sê salan de li ser Tahîr Elçî gelek pirtûk, belgefîlm û stran hatin amadekirin û dost û hezkiriyên Elçî dixwazin ku jiyana wî ya bi têkoşîna parastina maf û edaletê derbasbûyî, ji bo parêzerên piştî wî bibe mînak.