Hejmara qurbaniyên teqîna Efrînê zêde dibe
Qurbaniyekî din ê di teqîna Efrînê de birîndar bûbû, duhî li nexweşxaneyeke Tirkiyê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qurbaniyekî din ê di teqîna Efrînê de birîndar bûbû, duhî li nexweşxaneyeke Tirkiyê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest da.
Roja 16ê vê mehê li nava bazara sereke ya Efrînê teqîneke bihêz Kawa bi riya otombîleke bombekirî rû dabû û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûbûn qurbanî.
Li gor zanyariyên K24ê, di encama teqînê de 8 kesan canê jidest dabûn û zêdetir ji 20 kesan din jî birîndar bûbûn û piraniya qurbaniyan xelkê sivîl bûn.
Hejmarek ji birîdaran ji ber giraniya birînên wan ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatibûn veguhastin. Duhî jî birîndarê bi navê Mihemed Osman Naso canê xwe jidest da.
Mihemed Osman Naso ji gundê Husê yê navçeya Mabeta ye û bavê 3 zarokan e, piştî mana du rojan di xweşxaneyê de duhî canê xwe jidest da.

S. B