PDK û Goran tekezî li ser dariştina bernameya hevbeş dikin

Îro şanda danûstandkar a PDKê li Silêmaniyê bi Tevgera Goranê re civiya û piştî civînê her du aliyan di daxuyaniyeke hevbeş de tekezî li ser dariştina bernameyeke hevbeş ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniya hevbeş de hat, şandên danûstandkar a PDKê û Tevgera Goranê ji bo guftûgokirina li ser qonaxa piştî hilbijartinên Herêma Kurdistanê û proseya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêmê civiyan.

Di beşek din de hat, civîn di heyameke berpirsayane û bi hêviya karkirina bi hev re birêve çû û her du aliyan tekezî li gotûbêjên berdewam ji bo destnîşankirina xalên hevbeş kir û danîna karnameya kabîneya nû ya hikûmetê bi armanca başkirina jiyana welatiyan û çaksaziyên bingehîn di hemû waran de.

Berî destpêka civîna PDK û Tevgera Goranê Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Nesredîn Mehmûd ji K24ê re got: “Beşdariya Tevgera Goranê di kabîneya nû ya hikûmetê de ne tawan e. Lê hîna Goranê beşdarî û nebeşdariya di hikûmetê de yekalî nekiriye.”

S. B