Amerîka vedikişe, Tirkiye jî hêzê xwe li ser sînor zêde dike

Koşka Spî ragihand, şerê li dijî DAIŞê derbasî qonaxeke din bûye, me dest jî bi vekişandina leşkerên xwe ji bo Amerîkayê kiriye. Tirkiye jî hêzên xwe li ser sînor kom dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koşka Spî ragihand, şerê li dijî DAIŞê derbasî qonaxeke din bûye, me dest jî bi vekişandina leşkerên xwe ji bo Amerîkayê kiriye. Tirkiye jî hêzên xwe li ser sînor kom dike.

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders bi daxuyaniyekê ragihand, DAIŞ berî 5 salan hêzeke mezin li Rojhilata Navîn bû, lê Amerîka DAIŞ têk biriye, lewma qonaxeke nû dest pê dike û Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye.

Sarah Sanders diyar dike ku serkeftina bi ser DAIŞê de nayê wateya bidawîbûna Hevpeymaniya Navdewletî, yan bidawîkirina operasyonê wê.

Piştre Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîteke xwe de ragihand: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, bicihkirina wê armancê sedema mana hêzên me li wî welatî bû.”

Nêzîkî du hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin. Tirkiye jî li dijî hevahengiya Amerîka û YPG ye.

Demek e Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser rojhilatê Firatê dixwe, Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor kom dike.

Bi biryara Amerîka re jî, şandina hêzên Artêşa Tirk ber bi Rojavayê Kurdistanê û sînorê Sûriyê berdewam dike. Îro jî gelek alavên leşkerî, tank û otombêlên zirîpoş, ber bi navçeya Hatayê ve hatin şandin.

Berî rojekê jî, di çarçova bihêzkirina hêzên xwe li ser sînor, Tikiyê hêzeke taybet û wesaitên leşkerî şande Kilîsê û li wir bicih kir.  

 

S. B