Yekem car e.. Pêşmerge diçe rêza Pasewanên Rûmetê yên Iraqê
Di merasîmekê de bi beşdariya tîmeke pêşwaziyê ya hêza Pêşermgeyên Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî pêşwazî li hevtayê xwe yê Australyayê Scott Morrison kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di merasîmekê de bi beşdariya tîmeke pêşwaziyê ya hêza Pêşermgeyên Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî pêşwazî li hevtayê xwe yê Australyayê Scott Morrison kir.
Duhî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî di merasîmekê de pêşwazî li Serokwezîrê yê Australyayê Scott Morrison kir û vê carê di merasîma pêşwaziyê de tîma Pasawanên Rûmetê ya Hêza Pêşmerge û tîmeke Heşda Şeibî amade bûn.
Li Iraqê, ev yekem car e ji piştî sala 2003an ve û di asta protokolî ya bilind de bi vî awayî pêşwazî li serokwezîrê welatekî tê kirin.


