Heşda Şeibî 30 Pêşmergeyên Hêza Parastina Êzidîxanê digire
Hêzeke ser bi Heşda Şeibî ve bi ser baregeheke Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê digire û 30 Pêşmergeyên wê hêze direvîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzeke ser bi Heşda Şeibî ve bi ser baregeheke Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê digire û 30 Pêşmergeyên wê hêze direvîne.
Fermandarê Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, şeva bûrî grûpeke ser bi hêza Bedir a Heşda Şeibî bi ser baregeheke Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê de girtin û 30 Pêşmergeyên wê hêzê girtin û bi xwe re birin.
Şeşo got: “Em nizanin sedema vê gava Heşda Şeibî çi ye. Ji ber wê yekê jî, me riya sereke ya Sinûno girtiye û tevgera Heşda Şeibî li wê navçê rawestandiye.”
Herwiha diyar kir, “Me Heşda Şeibî agahdar kiriye, heger bi nîvor demjimêr 12:00 re Pêşmergeyên me neyin azadkirin, emê riya Şingalê jî li pêş wan bigirin û dê gavine me yên din jî hebin.”
S. B