HDP: Gelên Rojhilata Navîn baca bazara Amerîka û Tirkiyê dide

HDP dibêje, gelên Rojhilata Navîn baca bazara di navbera Amerîka û Tirkiyê dide û pêşveçûnên rû didin jî karesata Sedsal berê tînin bîra mirov.

K24 – Navenda Nûçeyan

HDP dibêje, gelên Rojhilata Navîn baca bazara di navbera Amerîka û Tirkiyê dide û pêşveçûnên rû didin jî karesata Sedsal berê tînin bîra mirov.

Cîgirê Serokê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Ayhan Bîlgen got, daxuyaniyên derbarê hevdîtina navbera Serokê Amerîka û Serokomarê Tirkiyê nîşan didin ku di rastiyê de kêşeyên Amerîka û Tirkiyê nîn in.

Tirkiye ji Amerîka xwestiye ji Sûriyê derkeve û niha jî dibêje ji bo derketinê ewê hevkariyê bikin.

Bîlgen got, Wezîrê Bergîriya Amerîkayê yê nû bazirganê çekan e û bandora bazirganên çekan li ser siyaseta Amerîka pir zede ye û dê baca van biryaran jî gelên Rojhelata Navîn bidin.