Çekdarên opozîsyonê: Wek Efrînê li Minbicê dikin
Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dibêjin, heger Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Minbicê radestî hikûmeta Sûriyê bike, dê çarenivîsa wî bajarî jî wek ya Efrînê be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dibêjin, heger Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Minbicê radestî hikûmeta Sûriyê bike, dê çarenivîsa wî bajarî jî wek ya Efrînê be.
Fermandarekî çekdaran yê bi navê Ehmed El-Çadir ji medyaya opozîsyona Sûriyê re ragihand, ti danûstandin di navbera wan û HSDê de nîn in ji bo radestkirina Minbicê ji çekdarên opozîsyonê re û hewl didin heta astekê Minbicê ji şer dûr bixin.
Got jî, Amerîka û Tirkiyê di danûstandinê de ne ji bo vekişandina HSDê ji bajêr û haya wan ji wê yekê heye ku HSD hewl dide Minbicê radestî artêşa Sûriyê bike.
Wî fermandarî gef xwar û got, heger HSDê Minbicê radestî artêşa Sûriyê bike, dê çarenivîsa wê wek ya Efrînê be.
Duhî Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihandibû, hikûmeta Sûriyê hêzek şandiye navçeya Arîmah li rojavayê Minbicê û hêzên Rûsî jî vegeriyane cihên berê li wê navçeyê.
S. B