Li şikefta dîrokî ya Kereftoyê Cejna Mêhreganê hat pîrozkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojhilatê Kurdistanê, ev cara duyem e ku Cejna kevnar a Mêhreganê bi beşdariya hejmareke berbiçav ji welatiyan, rewşenbîr, hunermend û lêkolerên herêmê li Şikefta Dîrokî ya Kereftoyê ya di navbera Dîwandere û Seqizê de bi heybet tê vejandin.
Di dîrok û ramana xelkê Zagrosê de, Cejna Mêhreganê tenê bidawîbûna demsala dirûnê û destpêka payîzê nîşan nade; di heman demê de sembola serkeftina ronahiyê ya li ser tariyê û dadperweriyê ya li ser zordariyê ye. Ev cejna kevnar a kurdewarî rasterast bi bîrdoziya Mîtrayî, baweriyên resen ên Yarsan û Êzdiyan û Cejna Cemayê ya li Perestgeha Lalişê ve girêdayî ye.
Li gorî bîr û baweriyên resen ên kurdî, ronahî û roj xwedî pîroziyeke taybet in. Ji ber wê jî Mêhregan roja nûkirina peymanê ya ligel rastî û ronahiyê ye. Di vegotinên dîrokî û mîtolojîk de, Mêhregan wek temamkera Newrozê tê dîtin; heke Newroz destpêka serhildana Kawayê Hesinker be li dijî sitemkariyê, Mêhregan sembola rûxandina yekcarî ya Zehak û çespandina dadperweriyê ye. Herwiha cejna heft-rojî ya Cemayê ya Êzdiyan a di meha Cotmehê de wek berdewamiya vê nerîta kevnar a bo spaskirina bereket û jiyanê tê dîtin.
Lêkoler û mamosteyê zanîngehê Dr. Mihemed Elî Sultanî bal kişand ser dîroka kûr a vê cejnê û got: "Mêhregan bi taybetî ji 16 heta 21ê mehê ji aliyê biraderên me yên Êzdî ve tê girtin. Di mîtolojiyê de ev roj roja tacdanîna Ferîdûn e ku Ferîdûn yek ji mezintirîn sembolên dadperweriyê ye."
Serperiştiyarê koma helperkê ya Seqizê, Mensûr Xosrewî tekez kir ku parastina van boneyan erkê her kesekî ye û anî ziman: "Cejna Mêhreganê wek Newrozê, wek agirê Newrozê, Şevçile û tevahiya kultûra me ye. Ev resenatiya pîroz a di nava civak û kultûra kurdewarî de heye, erkê li ser milê me ye ku em wek mîrateyeke neteweyî biparêzin."
Ji aliyê xwe ve, çalakvana ji Dîwanderê Çiro Karger kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşwaziya germ a xelkê nîşan da û banga parastina vî cihê dîrokî kir: "Ev du sal in Şikefta Kereftoyê li Dîwanderê pêşwaziya Cejna Mêhreganê dike. Xelkê bi dilekî germ pêşwazî lê kir. Daxwaza me ji berpirsan ew e ku ev şikefta dîrokî ya Kereftoyê di lîsteya kelepûra cîhanî (UNESCO) de bê tomarkirin û her sal giringiyeke zêdetir bidin vê cejnê."
Li kêleka rehenda xwe ya hizrî û dîrokî, Mêhregan di heman demê de sembola daketina koçeran e ji zozanan ber bi germiyanê ve û cejna berhemên payîzê ye, ku îro jî di festîvalên hinar û tirî de li deverên wek Hewraman, Merîwan û Helebceyê reng vedide.
Vejandina Mêhreganê li Şikefta Kereftoyê ji bo gelê herêmê, ne tenê bibîranîna rabirdûyê ye; belkî zindîkirina ramanekê ye ku mirov, xweza û azadiyê di yek xeleka pîroz de digihîne hev.