Herêma Kurdistanê “Hîmaya desthilatdariya jinê” dike pûla postê

Rêveberiya Postê ya Herêma Kurdistanê ku ser bi Wezareta Veguhastin û Gihandinê ve ye, çar cure pûlên postê çap kir û xiste warê karkirinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Postê ya Herêma Kurdistanê ku ser bi Wezareta Veguhastin û Gihandinê ve ye, çar cure pûlên postê çap kir û xiste warê karkirinê.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Veguhastin û Gihandinê ku çapek jê ket destê K24ê, pûlên nû yên posta Herêma Kurdistanê li Libnanê bi quality û standarta navdewletî hatin çapkirin.

Daxuyaniyê amaje bi wê kir, ji piştî raperîna sala 1991an û damezrandina hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Veguhastin û Gihandinê dest bi çapkirina pûlên postê yên taybet Herêma Kurdistanê kiriye.

Wek di daxuyaniyê de hatiye, pulên postê yên Herêma Kurdistanê ji bo sala 2018an ji evên li jêr pêk hatine:

1- Keleha Xanzade li nêzîkî bajarê Hewlêrê, wek hîmaya desthilatdariya jinê di dîroka Kurdistanê de. Nirxê pûlê 750 Dînar e.

2- Dîmenê gundekî Hewremanê. Nirxê pûlê 500 Dînar e.

3- Wêneyeke zarokê gulfiroş û gurzek nêrgiz di destê wî de, ku bi kamîreya wênegir Yûsif Hemereşîd  hatiye girtin. Nirxê pûlê 5 hezar Dînar e.

4- Tabloyeke hunermendê şêwekarê Hewlêrî Eskender Osman. Nirxê pulê 1000 Dînar e.  

 

 

S. B