Peyamnêrê K24ê: Hêzên Amerîkî û Fransî li Minbicê ne

Şanderê K24ê bo Minbicê Ekrem Salih da zanîn, heta niha ti hêzeke rêjîma Sûriyê derbasî nav bajarê Minbicê nebûye, lê hêzên Sûriyê li nêzîkî Minbicê kom bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê K24ê bo Minbicê Ekrem Salih da zanîn, heta niha ti hêzeke rêjîma Sûriyê derbasî nav bajarê Minbicê nebûye, lê hêzên Sûriyê li nêzîkî Minbicê kom bûne.

Peyamnêrê me da zanîn, îro rewşa bajarê Minbicê heta niha aram e û rewşa çûnûhatinê asayî ye û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêza Ewlehiya Hundirîn û Hêza Ewlehiya Leşkerî di nava bajarê Minbicê de ne.

Herwiha da zanîn, heta niha hêzên rêjîma Sûriyê derbasî bajarê Minbicê nebûye. Tenê hebûna hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsî li gundê Erîmah 30 K.M li rojavayê Minbicê ne.

Got jî:  Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên Amerîkî û Fransî li cihê xwe ne û venekişiyane û ji bajarê Minbicê û ta çemê Sacûrê 28 K.M li bakurê rojavayê Minbicê belav bûne.

Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna ji Sûriye û Rojavayê Kuridstanê, artêşa Tirkiyê hêzên xwe derbasî navçeyên Mertala Firatê kirine û grûpên çekdar jî li nêzîkî Minbicê bicih kirine û hewl dide derbasî nava Minbicê bibin.

Ev pêşhat piştî wê yekê tên, duhî jî Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, yekîneyên ji artêşa Sûriyê derbasî gundewarê Minbicê bûne û ala Sûriyê li wê derverê hildane.

 

 

S. B