Tirkiyê hêzeke din derbasî nêzîkî Minbicê kir

Artêşa Tirkiyê, şandina hêzên xwe yên leşkerî ber bi nav xaka Rojavayê Kurdistanê ve berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê, şandina hêzên xwe yên leşkerî ber bi nav xaka Rojavayê Kurdistanê ve berdewam dike.

Dohî demjimêrên derengî şevê, artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkeran ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê şand û ji navçeya Xeliliyê ve derbasî xaka Rojava kir.

Karwanê leşkerî, ligel trimbêlên barhelgir, zirîpoş, çek û cebilxaneyan destpêkê li ser sînor hatin bicîhkirin, paşê derbazî navçeya Ezazê bûn.

Hate diyarkirin, ev karwana leşkerî bi armanca piştgiriya leşkerên xwe yên li Minbicê hatin şandin.

Piştî biryara Serokê Amerîka ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdisyanê, Tirkiyê hêz li nêzîkî Minbicê kom kiriye û amadekariya derbasbûna wî bajarî dike.

 

S. B