Girîngtirîn bûyerên 2018 li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê
Di sala 2018an de gelek bûyerên girîng li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rû dan, ji dagîrkirina Efrînê, kongreya Sochi, Astana, nexşerêya Minbicê û rêkeftina Idlibê, ji girîngtirîn bûyerên sala 2018an ev bûn:
K24 – Navenda Nûçeyan
Di sala 2018an de gelek bûyerên girîng li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rû dan, wek dagîrkirina Efrînê, kongreya Sochi, Astana, gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rêkeftina Idlibê û biryara vekişîna hêzên Amerîkî. Ji girîngtirîn bûyerên sala 2018an ev bûn:
- 21/ 1 Destpêkirina operasiyona Efrînê: Artêşa Tirkiyê bi çekdarên opozîsyona Sûriyê re dest bi operasyonê kirin.
- 26/ 1 Danûstandinan li Veinayê (Hikûmet û opozîsyona Sûriyê) ku berdewamiya danûstandinên Cenêvê bû û bê encamê bû.
- 31/ 1 Kongereyê Sochiyê li Rûsya: Bi serpereştiya Rûsiyê û amadebûna Netewên Yekgirtî rêkeftin li ser pêkanîna komîteya destûrê hate kirin û heta niha jî ew komîte nehatiye pêkanîn.
- 18/ 2 Hêzeke rêjîma Sûriyê derbasî Efrînê bû: Bi rêkeftin û bi hevahingî bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hejmarek ji Hêzên Hêzên Berevaniya Cemawerî yên bi ser artêşa Sûriyê ve derbasî Efrînê bûn, jibo piştevanîkirina YPG di rûyê artêşa Tirkiyê de.
- 24/ 2 Agirbesteke giştî ji aliyê Encûmena Asayîşa Navdewletî ve, ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û derxistina birîndar û nexweşan li tevahiya Sûriyê. Demê wê jî 30 roj bûn.
- 18/ 3 Tirkiyê Tirkiyê Efrîn dagîr kir: Piştî 58 rojan ji şer artêşa Tirkiyê karî Efrîn bi temamî dagîr bike.
- 8/ 4 Êrîşa kîmiyawî li Dûma ya nêzîkî Şamê: 70 kes di wê êrîşê de hatin kuştin.
- 14/ 4 Êrîşa sêalî: Amerîka, Birîtanya û Firansa weke bersivekê li ser êrîşa Dûmayê hejmarek ji bareghên hikûmeta Sûriyê li Humis û Şamê bi mûşekan bombebaran kirin.
- 21/ 5 Artêşa Sûriyê tevahiya Şamê kontirol Kir: Bi rêkeftinekê bi çekdarên opozîsyona Sûriyê re, artêşa Sûriyê derbasî gundewarê Şamê bû û çekdar û malbatên wan ber bi Idlib, Efrîn û bakurê rojavayê Sûriyê ve hatin birêkirin.
- 26/ 6 Şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) seredana Şamê Kir û ligel berpirsên hikûmeta Sûriyê civiya: Li ser pêkanîna hejmarek ji komîteyan lihev kirin, lê heta niha ti komît nehatiye pêkanînin, danûstandinên wan rawesityan û herdu alî negihan ti rêkeftinekê.
- 7/ 9 Rûsiyê, Iran û Tirkiyê taybet ji bo rewşa Idlibê li Sochi civiyan.
- 11/ 9 Destpêkirina operasiyona Hecîn ji aliyê HSDê ve: Piştî ku bi sedema êrîşên Tikriyê li ser Efrînê ew operasyon hatibû rawestandin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî careke din dest bi operasiyonê kir.
- 17/ 9 Rêkeftina Idlibê: Rûsya û Tirkiye li ser pêkanîina navçeya “Bêçek” li Idlbê rêkeftin, lê tevahiya xalên wê rêkeftinê nehatin bicihkirin.
- 18/ 9 Ketina firokeyeke Rûsî: Dema Îsraîl êrîşî hin armancên li Sûriyê dikir, firokeya Rûsî bi şaştî ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Sûrî ve kete xwarê û di encamê de 15 serbazên rûsî hatin kuştin. Ketina wê firokeyê bû sedem ku Rûsiyê sîstema berevaniya ya S - 300 radestî Sûriyê bike.
- 18/12 Staffan De Mistura dawî rapora xwe pêşkêş kir û sernekeftina xwe di pêkanîna komîteya destûrê ya Sûriyê de ragihand û got: Şerê Sûriyê ji Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem dirêjtir kir.
- 19/ 12 Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekşandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê da: Trump bi riya Twittera xwe biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê da.
- 20/ 12 Fransa tekezî li ser mana hêza xwe li Sûriyê kir û got ewê berdewam bin li ser piştevanîkirin HSDê.
- 24/ 12 Tirkiyê hêz ji bo sînor şand: Weke amadekarî ji destpêkirina operasyona li ser rojhilatê Firatê.
- 28/ 12 Artêşa Sûriyê derbasî gundewarê Minbic bû: Di daxuiyaneke fermî de artêşa Sûriyê ragihand ew li ser banga xelkê Minbicê derbasî wî bajarî bûne.
Di 2018 de artêşa Sûriyê karî rûberekê berfireh ji axa Sûrî vegerîne jêr desthilata xwe û dijberya xwe di yek navçeyê de li bakurê rojavayê Sûriyê de kom bike û niha jî hewl dide piştî vekişandina hêzên Amerîkî desthilata xwe vegerîne Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê çemê Firatê jî.