Aliyên siyasî yên Kurdistanê rewşa Kerkûkê guftûgo dikin

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina rewşa Kerkûkê îro li Hewlêrê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina rewşa Kerkûkê îro li Hewlêrê dicivin.

Berî civînê, Parlemantarê ji Fraksiyona PDKê yê berê li Parlemantoya Iraqê Şaxwan Ebdulah ji K24ê re ragihand, ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Encûmena Serkirdatiya PDKê banghêşta partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir, ji bo li ser wan pirsan bicivin.

Şaxwan Ebdulah got jî: “Di civînê de guftûgo derbarê dawîanîna rewşa leşkerî ya ku li ser Kerkûkê hatiye spandin tê kirin.”

Amaje bi wê jî kir, Kurd li Bexdayê û li navxweya Herêma Kurdistanê bi pêwîstiya wan bi yekdengî û yekhelwestê heye, ji ber ku niha proseyeke siyasî ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê heye li pêşiya me heye û hêvîdar in partî û aliyên siyasî li ser wê proseyê yekdeng bin .”

 

S. B