HDP li 7 bajarên mezin namzetan diyar nake

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê hilbijartinên şaredariyan de biryara xwe da û li 7 bajarên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzetan diyar nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê hilbijartinên şaredariyan de biryara xwe da û li 7 bajarên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzetan diyar nake.

Civata HDPê di encama kombûnên berfereh de stratejiya xwe ya hilbijartinên şaredariyan diyar kir. Li gor zanyariyan, HDP li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Dîlok û Rihayê namzetên şaredariyan diyar nake. 

Lê HDP li hin bajarokên Tirkiyê yên wekî Şaredariya Akdenîzê ya bi ser Mêrsînê û Şaredariya Şîşliyê ya bi ser Stenbolê namzetên şaredariyan dê diyar bike.

Biryar e di 31ê Adarê de li Tirkiyê hilbijartina şaredariyan bi rê ve biçe. Ji bo hilbijartinan AK-Partî û MHP hevpeymanî kirine. Dijî wan jî CHP û Îyî-Partî hev girtine. 

HDP berî 4 rojan li Diyarbekirê bi beşdariya hevserokan û bi merasîmekê namzedên xwe yên şaredariyên Bakurê Kurdistanê da nasîn. Di nava namzedan de berbijêrên tifaqa Kurdî yên 50 navçeyan cîh girtin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment