Hemberî Kişanak 14 û Tuncel 15 sal cezayên zindanîkirinê
Hevseroka Şarawaniya Mezin a Diyarbekrê Gulten Kişanak 14 sal û 3 meh û Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel jî 15 salan, cezayê zindanê li wan hate birîn

K24-Navenda Nûçeyan
Hevseroka Şarawaniya Mezin a Diyarbekrê Gulten Kişanak 14 sal û 3 meh û Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel jî 15 salan, cezayê zindanê li wan hate birîn.
Gulten Kişanak di dadgehê de parastina xwe kir û balkêşa ser Çalakiya Leyla Gûven û girtiyên din ên siyasî.
Kişanak desthilatdar rexne kir û da zanîn: Ev dadgeh siyasî ne û liser daxwaza desthilatê tên rêvebirin.
Gulten Kişanak balkeşa dorpêça liser zindanan û got: Pirsa Kurd ne bi şer, encax dikare bi rêya diyalogê, were çareser kirin.
Lê Dadgeha Meletiyê Gulten Kişanak 14 sal û 3 meh û Sebahat Tuncel jî 15 salan, cezayê zindanê li wan birî.
C.B