15 hezar kes ji Baxozê derketin e

Ji roja destpêkirina Operasyona Kontirolkirina bajarokê Baxoz û heta niha 15 hezar kes ji wî bajarokî derketine

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji roja destpêkirina Operasyona Kontirolkirina bajarokê Baxoz û heta niha 15 hezar kes ji wî bajarokî derketine.

Berpirsê Navenda Ragehandina Hêzên Sûriya Demokrat Mistefa Balî ragehand, ji roja destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarokê Baxoz ê gundewarên Dêrazorê ji 9ê vê mehê ve û heta niha nêzîkî 15 hezar kes ji wî bajarokî derketin e, û digel kesên ku ji bajarokê Hecîn jî derketîn e, hejmar digehe 40 hezar kesan.

Balî ew yek jî eşkere kir, piraniya çekdarên ku li Baxozê man e, çekdarên biyanî ne û tunêl ji bo xweparastinê kolan e.

Welatiyên sivîl ên ku ji navçeya di bin kontrola DAÎŞê tên derxistin, li kampa Holê ya gundewarên Hesekê tên bicîh kirin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment