HDP: Zû yan dereng dê Tirkiye vegere Pêvajoya Aştiyê

Partiya Demokratîk a Gelan HDP radighîne: Çi zû, çi dereng hikûmeta Tirkiyê dê carek din vegere Pêvajoya Aştiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDP radighîne: Çi zû, çi dereng hikûmeta Tirkiyê dê carek din vegere Pêvajoya Aştiyê.

Hevseroka HDP Perwîn Buldan bi helkefta salvegera rêkeftina Dolmabahçeyê daxûyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, ko Rêkeftina Dolmahçeyê ji bo welatek demokratîk û mayîndekirina aştiyê bû. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan maseya aştiyê hilweşand û dawiya pêvajoya çareseriyê anî. Lê Hikûmeta Tirkiyê, çi zû, çi dereng dê di dawiyê de vegere Rêkeftina Dolmabahçeyê û Pêvajoya Aştiyê.

4 sal berê di navbeyna şandeya hikûmetê û şandeya HDP de di çarçoveya Pêvajoya Aştiyê de Rêkeftina Dolmabahçeyê hatibû ragihandin, lê piştre Erdogan ew rêkeftin nas nekiribû. 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment