Tirkiye: Siyasetmedarên Fransî hatin dersînor kirin
Li Tirkiyê Bajarê Stenbolê Şanda Siyasetmedarên Fransî ku ji bo pîrozbahîya Newroza Diyarbekirê, hatibûn vexwendin, li balefirxana Ataturk, hatin binçav kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê Bajarê Stenbolê Şanda Siyasetmedarên Fransî ku ji bo pîrozbahîya Newroza Diyarbekirê, hatibûn vexwendin, li balefirxaneya Ataturk, hatin binçav kirin.
Şanda Partiya Komûnîst a Fransa, ku ji aliye Komîteya Amadekariya Newroza Diyarbekrê ve hatibûn vexwendin, li Stenbolê hatin binçav kirin.
Rêveberên Partiya Komûnîst a Fransa Sylvie Jan û Michel Laurent li balefirxaneya Ataturk, di nav xeta derve de hatin binçav kirin.
Ligor agahiyan siyasetmedarên Fransî, dê werin dersînor kirin.
Wezirê Navxweyî yê Tirkiyê, beriya niha hişyarî da bû, ku ew geştyar û mêvanên ji Ewropa tên Tirkiyê, eger li ser ewlekariya wan gef bin, dê nehêlin derbasî Tirkiye bin, dersînor bibin.
C.B
