Çavdêrên siyasî: Pêvajoyek nû dest pê kiriye lê veşartî dimeşe
Li Tirkiyeyê egera pêvajoyeke nû ya çareseriyê her ku diçe di rojevê de bêhtir derdikeve pêş û Gotara Serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik jî tê nîqaşkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyeyê egera pêvajoyeke nû ya çareseriyê her ku diçe di rojevê de bêhtir derdikeve pêş û Gotara Serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik jî tê nîqaşkirin. Çavdêrên siyasî û akademisyen amaje dikin ku girêdayî rewşa rojhilatanavîn Tirkiye neçar ma ye ku pêvajoyeke çareseriyê bide destpêkirin û dê pêvajoa vê care ji pevajoyên cudatir be û pirralî be.
Li aliyekê hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdûllah Ocalan re, li aliyekê dengên diyarker ên Kurdan di hilbijartinan de, li aliyekê jî gotara Serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik û rewşa Rojavayê Kurdistanê; li Tirkiyeyê wek destpêka pêvajoyeke nû li Tirkiyeyê bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê şîrovekirin. Çavdêrên siyasî amaje dikin ku Kurd li Tirkiyeyê bune aktorek girîng û di siyaseta navneteweyî de jî Tirkiye ketiye tengasiyê û ev yek Tirkiyeyê neçar dike ku pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Çavdêrê Siyasî Sitki Zîlan di wê baweriyê de ye ku pêvajoyeke nû dest pê kiri ye û divê pêvajo bi awayeke zelal bimeşe.
Çavdêrê Siyasî Sitki Zîlan ji K24ê re diyar kir:"Bi wisa dizî nabe. Qandîl, Ocalan, Erdogan, Mît nikarin vî karî bi dizî bimeşînin. Divê a yekem ev mesele vekirî be, a duyem pirralî be, a sêyem jî divê garantor hebe. Garantor jî pêkan e ku Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa an jî Amerîka be. Garantor tine be ev safî nabe."
Derbarê destpêka pêvajoyek nû çareseriyê û çarenivîsa pêvajoyê de akademisyen balê dikêşin ku çarenivîsa pêvajoya nû dê li gorî hevsengiyên rojhilatanavîn diyar bibe. Akademîsyenê Zankoya Dîcle yê Beşa Zanistên Siyasî Vedat Koçal amaje dike ku di pêvajoya nû de hîn aktor diyar nebune lê ew yek teqez e ew Hewlêra ku dîplomatên dewletên bihêz jê kêm nabin aktorek sereke ye.
Vedat Koçal dibêje: "Xuya ye pêvajoyek nû dest pê kirî ye. Lê bi ya min ev pêvajo ji ber ku Tirkiye di pirsgirêka Kurd de xetimiye dest pê kirî ye û dê dewlet Kurdan mijul bike heta hilbijartina serokomariyê a 2023yan. Cemîl Bayik di gotara xwe de wê peyamê dide ku dibêje bêyî me pirsgirêk çareser nabe û Ocalan muxattabê sereke ye. Lê di 23yê Hezîranê de bandora Ocalan hat qelskirin. Niha dewlet pêvajoyek daye destpêkirin lê muxattabên pêvajoyên hîn diyar nebune. Ji ber vê yeke jî neçar e ku muxattabek di qada navneteweyî de bibandor peyda bike ew jî Hewlêr e."
Çavdêrên siyasî û akademîsyen tînin zimên ku bo çareseriya pirsgirêka Kurd her çiqas pêvajoyek dest pê bike jî ev yek tenê wê bo çend salan demeke bê pevçûn bîne holê û paşê dê wek rabirduyê pevçûnên gelek giran dîsa dest pê bikin; ya girîng ew e ku pirsgirêk ji bingehê ve were çareserkirin ew jî bi nasîna mafên Kurdan di makezagonê de pêkan e.