Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê pîrozbahîyê li Mesrûr Barzanî û hikumeta wî dike
Bi boneya destbikabûna Mesrûr Barzanî, wek serokê kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê û ragehandina hikumeta wî, hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, peyameke pîrozbahîyê araste ya serokê hikuemtê û kabîne ya wî kir.
K24- Hewlêr
Bi boneya destbikabûna Mesrûr Barzanî, wek serokê kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê û ragehandina hikumeta wî, hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, peyameke pîrozbahîyê araste ya serokê hikuemtê û kabîne ya wî kir.
Deqa peyama hizba Zehmetkêşên Kurdistanê bo Mesrûr Barzanî:
Birêz cenabê Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê
Silavek gerim..
Bi boneya hilbijartina hewe yên birêz wek serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û pêkanîna Kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, pîrozbahîyeke gerim li hewe yên birêz û cêgirê serok wezîrên kabîne ya nehem dikîn. Hêvîya serkevtinê bo hewe dixwazîn, ûmêd dikîn kabîneya nehem bibe fakterê akincî û aramîyê û li asta çaverêyî ya xelkê Kurdistanê be.
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, piştîvanîyê li bicikirina xîçên giştî yê karê kabîne ya nehem dike ku çaksazî, berengarbûna gendelîyê û xizmetguzarî kirîne karên xwe yên pêşîn. Bêguman bicikirina wê karnameyê pêşkevtin û hukmranîyeke serkevtî û rêvebirneka baş desteber dike û hikumeta Herêma Kurdistanê jî ber bi qonaxeka nû dibe.
Careke din hêvîya serkevtinê bi hewe dixwazîn.
Li gel rêz û pêdzanînên me
Desteya serokatîta
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê