Îraq û Kuweyt asta hevahengiyên ewlehiyê yên sînorî bilind dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Zêrevanên Sînoran ên Îraqê ligel Serokê Kerta Karûbarên Ewlehiya Sînoran û Zêrevaniya Peravan a Kuweytê bi amanca pêşxistina hevahengiyên ewlehiyê, xurtkirina ewlehiya sînorên hevpar û bilindkirina astê guherîna zanyaran di navbera her du welatan de civiyan.
Fermandarê Hêzên Zêrevanên Sînoran ên Îraqê Mihemed Ebdulwehab îro Pêncşem, 8ê Cotmeha 2026ê, ligel Serokê Kerta Karûbarên Ewlehiya Sînoran û Zêrevaniya Peravan a Kuweytê Mûcbel Fehid Bin Şewq civiya.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Zêrevanên Sînoran ên Îraqê, ev civîn di çarçoveya xurtkirina peywendiyên dualî û berdewamkirina alîkariyên ewlehiyê yên navbera her du welatan de, bi amanca xurtkirina ewlehiya sînorên hevpar û bilindkirina astê guherîna zanyaran di navbera wan de, hatiye kirin.
Di wê civînê de, wek ku di daxuyaniyê de hatiye, mekanîzmayên pêşxistina hevahengiya ewlehiyê ya hevpar hatine behskirin, bi rengekî ku zêdetir çalakbûnê bide parastina ewlehiya sînoran û hêsankariyê bo lihevguhertina zanyaran bike, herwesa gelek mijarên ji bo her du aliyan giring jî hatine behskirin.
herwesa her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya peywendî û hevahengiya navbera dezgehên peywendîdar ên her du welatan jî kiriye, ji bo çespandina ewlehî û tenahiyê li deverên sînorî û xizmetkirina berjewendiyên hevpar ên her du welatan.