Dengê du teqînan li bajarkê Xebatê yê Hewlêrê hat bihîstin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê bajarkê Xebatê yê Parêzgeha Hewlêrê, dengê du teqînên bihêz hat bihîstin û li gorî zanyaran, ew rûdan ji ber ketina du dronan bûye.
Îro Pêncşem, 8ê Cotmeha 2026ê, nêzîkî seet 10ê şevê, li sînorê bajarkê Xebatê yê Parêzgeha Hewlêrê, dengê du teqînên bihêz hat bihîstin.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, ew deng ji ber ketina du dronan li wê deverê bûye.
Birêveberê Rêveberiya Tenduristiyê ya Xebatê Hêriş Seîd jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re got: “Heta niha ti zirareka canî ji ber ketina dronan nehatiye tomarikirin û dron li çolê ketibûn xwarê.”