PDK û YNK bo asayîkirina rewşa Kerkûkê dicivin
Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK)dê bicivin daku komîteyekê pêk bînin bo asayîkirina rewşa Kerkûkê.
K24- Hewlêr
Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK)dê bicivin daku komîteyekê pêk bînin bo asayîkirina rewşa Kerkûkê.
Berpirseke PDKyê aşkera dike ku di civînê de komîte ya asayîkirina rewşa Kerkûkê dê bihê pêkanîn û ew komîte diçe Kerkûkê daku danûstandinan li gel pêkateyên wî bajarî bike. Berpirseke YNKyê jî dibîje: Ji bilî wê komîte ya YNK û PDKyê, YNK komîteyek taybet bi xwe jî pêkanîye ku gotûbêjan li gel pêkhate yên Kerkûkê dike.
Dîyarî Husên, endamê serkirdatîya PDKyê aşkera dike, heya rewşa Kerkûkê asayî nebe, hilbijartina parêzgarî bandor nabe.
Piştî rêkevtina PDK û YNKyê li ser dîyarkirina kandîdekî bo posta parêzgarê Kerkûkê, pişkek ji Erebên wê parêzgehê xwenîşandenek encamdan û drûşmên tundrewîyê li dijî Kurdan bilindkirin. Li ser evê yekê Azad Cola, endamê Mekteba peywendî yên giştî yê YNKyê dibîêje: Hewlek heye bo têkdana peywendîyan di navbera pêkahateyên wî bajêrî.