Wezîrê Derve yê Rûsyayê pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike
Balyozê Rûsya li Iraqê peyama pîrozbahiyê ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihand Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di hevdîtinekê de çend pirs guftûgo kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê Rûsya li Iraqê peyama pîrozbahiyê ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihand Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di hevdîtinekê de çend pirs guftûgo kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Maksîm Maksîmov kir.
Balyozê Rûsyayê peyama pîrozbahiyê ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ku tê de hêviya serkeftinê ji kabîneya nû û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de xwast.
Herwiha Balyozê Rûsyayê amadehiya webirhênerên Rûsya bo karkirina li Herêma Kurdistanê derbirî.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî spasîkirina li Wezîrê Derve yê Rûsyayê, xweşhaliya xwe ji bo amadehiya Rûsyayê ya webirhênana li Herêma Kurdistanê jî derbirî.
Herwiha Tekezî jî li ser girîngiya ferehkirina aboriya Herêma Kurdistanê kir, bi taybet di warê pîşesazî, çandinî û geştûguzariyê, bi awayekî ku êdî aboriya Herêma Kurdistanê tenê pişt bi jêderekî dahatê nebeste.
S. B