Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir
Asayişa Hewlêrê derbarê bûyera teqekirinê li xwaringeheke Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Hewlêrê derbarê bûyera teqekirinê li xwaringeheke Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê
Îro li xwaringeheke bajarê Hewlêr bûyereke teqekirinê rû da, mixabin bû sedema jidestdana canê karmendekî Konsolxaneya Tirkiyê û Welatiyekî û birîndarbûna welatiyekî din.
Em di demekê de vê bûyerê bi tundî şermezar dikin û hevxemiya xwe jî ligel kesûkarê qurbaniyan derdibirînin.
Ev di demekê de ye, welatiyên Hewlêrê û bi taybet dîplomataran dilniya dikin ku rê nadin rewşa aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê were têkbirin.
Lêkolîn jî di bûyerê de destpê kiriye û tawanbaran jî digihin sizaya xwe.