Di bûyera teqekirina bajarê Hewlêrê de, welatîyekê devera Soran canê xwe ji dest da

Di bûyera teqekirina evro de, li bajarê Hewlêrê, ku têde karmendên kunsulxane ya Tirkiyê kirin aramanc, welatêyekê devera Soran, bi navê Nerîman Wesman Mehemed Elî, canê xwe ji dest da û welatîyeke dî jî her yê wê deverê bi navê Beşdar Remezan Salih bi dijwarî birîndar bû.

K24- Hewlêr

Nerîman xelkê gundê Bêşokî ye li sinûrê qezaya Rewandiz. Li gor zanyarîyên Kurdistan24, di dema bûyerê de ev dû welatî yên devera Soran bo firavîn xwarinê li wê xwaringehê bûn.

 Evro piştî nîvro, di bûyereke teqekirinê de di xwarngeheke bajarê Hewlêr de, tîma kunsilxaneya Tirkiyê kirin armanc û di encam de ji bilî kuştina karmendekê kunsilxaneyê û birîndarbûna yeke din welatîyekê deverê Soran jî canê xwe ji dest da û yekek dinî jî bi dijwarî birîndar bû.

Piştî bûyerê jî her yek ji Serokatî ya Herêma Kurdistanê, Perlemana Kurdistanê û hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyanî belav kirin û ew hêriş bi tundî şermezar kirin.

Beşdar Remezan Salih, birîndarê wê teqekirina ku evro li Hewlêrê rûday.
Beşdar Remezan Salih, birîndarê wê teqekirina ku evro li Hewlêrê rûday.