Mesrûr Barzanî: Çar salên dahatî bo Me, cîran û hevpeymanên Me giring dibe

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Çar salên dahatî bo Me û hevsû û hevpeymanên Me giring dibe.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Çar salên dahatî bo Me û hevsû û hevpeymanên Me giring dibe.

 Di gotarekê de li rojname ya Waşitun Post a Emerîkayî bi navê ( Çima hikuemta Herêma Kurdistanê di destpêka qonaxeke nû de ye) Mesrûr Barzanî ragehandîye, ku ew dixwazin, di çar salên dahatî de hikumeta Herêma Kurdistanê  bûyerên sersamên van dawîyan bibuhirîne û amadeya xwe jî li ser gorepana nêvdewletî de misoger bikîn û bi kurtî jî, Em dixwazîn destpêkeke nû dest pê bikîn.

Her di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî, radigehîne: Wek serokê wezîran rêyeke cuda bo rûbirûbûna astengan dîyar dikim ku pişta xwe bi destkevtan ve girê bide. Herweha şerkirin li gel Daişê li şûna civaka nêvdewletî û xercîyên wî şerî, Budceya destnîşankirî ji alîyê Bexdayê ve, koç a aware û penaberan, çendîn milîyar Dolar deyin bo Me hêlane û sera dijwarîyan jî, em mayin wek hevpeymanê rojava û zanyarî yên hewalgirîyên me çendîn hêrişên teroristî li derve pûçkirin.

Di pişkeke dî ya gotarê de, Mesrûr Barzanî dibêje: Komeke çaksazîyan dikim ku tevaya kert û alîyên xizmetguzarîyê bi xwe re vegire û hikumeta min abûrîyeke hemecor ava dike, ku xweşguzeranîyê bo hemûyan bicî bike û krê bo wê yekê dikîn hikuet xizmeta welatîyan bike neku bi vajî ya wê.

Herweha bo rêkxistina peywendî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêngvên pêwîst dixim pêşîya xwe. di dema 16 salên buhirî de tim girjî hebûye û niha dema wê yekê hatîye Me peywendîyeke hevseng li gel Bexdayê hebe. Hevdem çavê me li piştîvanîya civaka nêvdewletîye bo hevkarîkirina Me di avakirina abûrî de.